AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrînê ya dagirkirî heta rûniştina li bin daran bûye bi pereyan be.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yê Ixwan Mislimîn, heta pereyan li ser rûniştina li bin daran dibin.
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li gundê Istêr beramberî rûniştina li bin daran pereyan ji şêniyan dixwazin.
Nûçegihan da zanîn ku eger milîs bibînin ku şêniyek li bin darê rûniştiye yan malbatek ji xwe re derketiye seyranê diçin gel wan û ji wan 3000 lîreyên Sûrî dixwazin û eger nedan wan ji wir diqewitînin.
Nûçegihan diyar kir ku bi 2 malbatan re ev bûyer derbas bûye û navên wan jî ji bo selametiya wan bi bîr nexistin.
Şêniyekî Kurd ji Efrînê ji Afrinpostê re axivî û wiha anî ziman: “Her tiştên me talan kirin, niha heta pereyan li ser siyên darên me ji me distînin. Xwezaya me bi kirê didin me, wan Efrîn kirine milkê xwe yê taybet.”