Milîsên “polîsên leşkerî” 3 Kurd ji gundê Şêxûtka bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” roja Yeşemê 16’ê Tebaxê 3 şêniyên Kurd ji gundê Şêxûtka yê Mabetayê bin çav kirin û birin cihekî nediyar.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê navên kesên binçavkirî belge kirin û ew jî wiha ne; Mihemed Menan Reşo, Mihemed Reşo û Zekî Henan Reşo ne û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Xuya ye kesên binçavkirî ji heman malbatê ne.

Her wiha istixbarata Tirkî pev milîsên “polîsên sivîl” hejmareke xurt li gundê Mistika yê Şiyê bi bihaneya danûstandina bi Rêveberiya Xweser re bin çav kirin. Ji wan Esed Elo û Malşên Elo ne. Hinek ji wan piştî ku 1300 lîreyên Tirkî dan hatin berdan.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” jî ciwanê bi navê Mistefa Ikaş kurê Celal(30salî) ji şêniyên gundê Çeqela Navîn yê navçeya Şiyê bin çav kir û hêjî li ba wan girtî ye.

Related posts