Dagirkeriya Tirkî di nav de jinek 3 kalemêr li gundê Şadêrê yê navçeya Cindirêsê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî tengavkirina Kurdên li Efrînê mane dewam dikin.

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriyê bi rêya tawanên çêkirî Kurdan direvînin û bin çav dikin ku bi vî rengî fişarê bêtir li wan dikin da ku ji herêma Efrînê ya dagirkirî koçber bikin û demografiya herêmê ji bo berjewendiyên niştedagîran re bi serî bikin.

Di vê çarçoveyê de dewriyeyeke leşkerî ya dagirkeriya Tirkî 8’ê Tebaxê roja Şemiyê, 3 kalemêrên Kurd ji şêniyên gundê Şadêrê yê navçeya Cindirêsê bin çav kirin.

Navên kalemêran jî wiha ye; Mihemed Elo Birîmo(70salî), hevjîna wî Fikret (60salî) û Reşîd Mihemed Sîdo (65 salî)

Piştî ku milîsan ew bin çav kirin, birin cihekî nediyar.

Afrinpostê di nava Tîrmeha 2020’an de, binçavkirina 63 welatiyên Kurd di nav de xwendekar û jin hebûn li seranserî herêma Efrînê, ji aliyê istixbarata Tirkî û milîsên wê ve belge kir.

Related posts