2 rêxistinên mirovî li herêmên Şehbayê derbarê metirsiya Koronayê de şiyarî dan

AFRINPOST-Taybet

Roja Duşemê 10’ê Tebaxê, 2 rêxistinên mirovî yên Efrîn-Sûriyê û Heyva Sor a Kurdî daxuyaniyeke hevbeş dan.

Her du rêxistinên mirovî bang li hemû dewletên cîhanê û rêxistinên wê yên hiqûqî û mirovî kirin ku bi rola xwe ya mirovî û exlaqî beramberî gelê Sûriyê de bi giştî bi taybetî koçberên Efrînê li herêmên Şehbayê.

Her du rêxistinan daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û hawarçûnê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê kirin.

Li herêmên Şehbayê destpêka meha Tebaxê 10 rewşên pêketina bi koronayê hatin ragihandin, ji wan 2 kes pê mirin.

Ji ber vê yekê metirsiya belavbûn û pêketina bi vîrûsê bêtir bûye.

Related posts