Li gorî bûyer û raporan dagirkeriya Tirkî li cîhanê rêza yekemîn di bazirganiya lebatên mirovî de digire

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê li herêma Efrînê bûyera ku bi welatiyê Kurd bi navê Nîdal Berekat (38 salî) ji şêniyên navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrînê ragihand û ew jî wiha ye;

Welatî Nîdal li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê dijî, bi êşekê hesiya û gumana pirsgirêka gurçikê pê re çêbû. Ji bo dilê xwe rihet bike, çû nexweşxaneyê. Ew derbasî odeya nojdariyê kirin. Heyanî 10 rojan nehiştin kes serdana wî bikin. Malbata wî rojane li wî dipirsî, lê belê ti bersivek nedidan wê.

NÎDAL BEREKAT

Ji nişkave malbata Nîdal agahdar kirin ku ew di nexweşxaneyê de mir. Piştre malbata wî agahdar bû ku doktoran proseseke birînkariyê ji wî re çêkiriye ku laşê wî ji qirikê heyanî zik vekirine ango laşê wî ji lebatan vala kirin û piştre dirûtin.

Desthilatên Tirkî dema ku termê wî anîn Cindirêsê, nehiştin ku malbata wî dîmenên  laşê wî bigirin û ew li bajarokê Cindirêsê bi bin çavdêriya dagirkeriyê de veşartin.

Girêdayî heman bûyerê, 5’ê Tebaxa 2020’an jî nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku cendermeyên Tirk termê zarokê bi navê Xelîl Şêxo 15 salî ku ji lebatan vala kiribûn radestî malbata wî li gundê Vîrkan ê li ser sînorê Tirkiyê, kirin.

Related posts