AFRINPOST-Taybet
Mamosteyên girêdayî dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn şagirtên Kurd di dibistanên herêmê de li ser tundrawî û nijadperestiyê perwerde dikin.
Herêma Efrînê berî ku were dagirkirin, di pêvajoya salên şer li Sûriyê de, sembola jiyana hevpar û aştiyane bû. Lê belê piştî ku ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, û koçberên ji gundewarên Şam, Dera, Hums û Dêra Zorê lê bi cî kirin, veguherî navenda tundî û paşverûtiyê ku mamosteyên niştedagîr xwendekarên Kurd hînî ramanên kevneperestî û tundiyê dikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ji axaftina welatiyekê ragihand: “ Ez di cem dibistana nûkirî li taxa Eşrefiyê re derbas bûm ku karname li ser xwendekaran belav dikirin û wiha dewam kir;
Min bihîst mamoste ji xwendekaran re dibêje ku divê hûn rojê 5 caran nimêjê bikin, divê roja Înê hûn biçin mizgeftê û divê hûn li pey melayê Kurd nimêj nekin, pêwîst e Ereb be û alîgirê “Ceyş El-Îslam” be, min ev tişt bi guhên xwe bihîstin.
Li şûna ku wan zarokan hînî aştî û hezkirina mirovî bikin, milîsên Erdogan ramana tundrawî û paşverûtiyê di serê wan diçînin.
Li aliyekî din jineke niştedagîr ji Xûtayê beşek ji dibistana “Esdîqa” a taybet desteser kir û hemû msmosteyên Kurd qewitandin.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku piştî binçavkirina xwediyê dibistana “Esdîqa” ya taybet, jineke niştedagîr bi navê “Sewsen El-Hesen” beşek ji dibistanê desteser kir û beşa din a dibistanê veguherî nexweşxaneyê.
Nûçegihan destnîşan kir ku “Sewsen El-Xûlî” piştî bû rêvebera dibistanê, 7 mamosteyên Kurd qewitandin û li şûna wan hinek Xûtayî pê re bawenameya amadehî nînin, bi cî kirin û wiha dewam kir; Mamosteyên niştadagîr li dijî zarokan tundiyê bi kar tînin. Ji ber vê yekê şênî û bi taybet Kurd zarokên xwe naşînin dibistanê.
Tê zanîn ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanên herêmê qedexe kiriye û sala par derbasî bernameya ezmûnên bekeloriya li herêmê nekir.