4 çekdar ji “polîsên sivîl” bi nepenî li goristana Kersane li başûrê Efrînê hatin veşartin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku 4 çekdar ji milîsên “polîsên sivîl” di şert û mercên nediyar de li herêma qenata avê ya sereke ji gola Meydankê li nêzîkî gundê Keferşîlê hatin kuştin. Ew çekdar roja Pêncşemê 6’ê Tebaxê li goristana Kersane û bêyî ku heta agahdariya xwediyê wan hatin veşartin.

Çavkaniyan teqez kirin ku milîs dibêjin ku Hêzên Rizgariya Efrînê li pişt kuştina wan e, lê belê HRF derbarê ti operasyonekê de heta niha ti daxuyanî nedaye.

Duh roja Şemiyê 2 çekdar ji milîsên “polîsên sivîl” hatin kuştin. Li gorî çavkaniyan dema li ser rêbenda ewlehiyê ya li xaçerêya “Cebel Ehlam” li nêzîkî gundê Basûtê bûn mayînek bi wan de teqiya. Her wiha 2 çekdarên din jî bi giranî birîndar bûn.

Li herêma Efrîna dagirkirî tevliheviya ewlehiyê ku mlîsên “polîsên leşkerî” parçeyekî wê ye, li pêş e. Ji ber vê yekê pevçûn û teqîn her dem tên kirin. Piraniya wan pevçûn û teqînan di çarçoveya şerê çekdarên Îslamî li dijî hev in de tên.

Related posts