Istixbarata Tirkî li bajarokê Raco xortekî Kurd bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ragihand ku istixbarata Tirkî roja Pêncşemê 6’ê Tebaxê, xortekî Kurd bi navê Riyad Hesen Hemo ji mala wî li bajarokê Raco bin çav kir û bir cihekî ne diyar.

Xort Riyad sala 1978’an hatiye dinê, ew ji şêniyên gundê Kumreşê ye û li firina bajarokê Raco dixebitî.

Ji aliyekî din ve milîsên “polîsên sivîl” û ixtixbarata Tirkî ji derdora mehekê ve, agahdariyan ji bo welatiyên Kurd ên ku berê hatibûn binçavkirin piştre hatin berdan, bi rê dikin da ku bacên din di navbera 800-1000 Lîreyên Tirkî bidin.

Tê zanîn ku hinek şêniyan bac du caran an sê caran dane dadgehê û tevî wê milîs agahdariyan ji şêniyan re dişînin.

Related posts