Xortekî Kurd ji ber ku çekdarekî milîsên “El-Şerqiyê” bi nebaşî qala neteweya wî kir, serê wî şikand

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi her awayî dixwazin nasnameya Kurdî ya herêma Efrînê wenda bikin.

Bi wê tenê namînin her wiha gotinên nebaş û pîs derheqê neteweya Kurd de dibêjin.

Çekdarekî milîsên “El-Şerqiyê” li nîvê herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê sekinî û gotinên nebaş derbarê neteweya Kurd de arasteyî xortekî Kurd kir. Xortê Kurd bi hêrs bû û êrîşî çekdar kir û lê da, çekdar jî gefa kuştinê li xort xwar.

Têkildarî bûyerê nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarekî ji Dêra Zorê ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê”(piraniya çekdarên wê ji Daiş’ê ne) gotinên xirab û pîs bê sedem arasteyî xortekî Kurd kirin û wiha dewam kir;

Navê xort Hemade ye, ew di karê çaksazkirina motorsikletan de dixebite. Xort nêzîkî çekdar nebû, çekdar ji xweber gotinên derexlaqî ji wî re gotin û ew jî wiha ye; “Hûn Kurd ji Efrînê reviyan û we jinên xwe li vir hiştin, hûn Kurd ne mêr in.”

Xortê Kurd Hemade rahişt kevirekî û li serê çekdar û lingê wî da.

Şêniyên li dorhêla herêma pevçûnê destwerdan kirin û çekdar ji destê xortê Kurd xilas kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku çekdar gefa kuştinê li xort xwar û da zanîn ku metirsiyên cidî li ser jiyana xort hene ji ber ku ti qanûn li ser çekdar û tevî ku ew şaş bin, pêk nayên.

Bûyerên bi vî rengî her roj li Efrîna dagirkirî çêdibin. Kurd li Efrînê rojane rûbirûyî revandin, şelandin û gefên kuştinê re dimînin.

Related posts