Nêzîkî 1000 girtiyên Kurd hem mêr û hem jin di zîndana Raî de ne û 6 ji wan veguhestin zîndana Maratê

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî di revandina Kurdan li Efrîna dagirkirî de berdewam in.

Dagirkeriya Tirkî hinek ji revandiyên Kurd ên herêma Efrînê ji zîndana Raî ya navxerab piştî ku bi nexweşiya bêhntengiyê ketin, veguhestin zîndana Maratê.

Li zîndana Maratê nexweşiya bêhntengiyê belav e.

Çavkaniyekê ji Afrinpostê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî 6 revandiyên Kurd ji zîndana Raî derbasî zîndana gundê Maratê yê bi ser Efrînê ve kirin.

Çavkaniya ji kesekî revandî ve nêzîk e, diyar kir ku nexweşiya bêhntengiyê li tevahiya zîndana Raî belav e û rewşa revandî û girtiyan trajedî ye, lê zêde milîsên dagirkeriyê girtiyan bi şêweyekî hovane îşkence dikin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku karî navê du kesên revandî bi dest bixe û wiha dewam kir;

navê ew her du kesên revandî Cemal Xelîl Seydo û Mihemed Henan ji gundê Dîkê ne. Ew ji 2 salan ve revandî ne.

Ji beriya 2 hefteyan ve zîndaniyek ji zîndana Raî derket û çarenûsa wan zelal bû.

Kesê ku ji zîndanê derketiye ji xwediyên revandiyan re wiha got: “Eger hûn dixwazin zarokên we ji zîndanê derkevin, pêwîst e hûn pereyan bidin.”

Çavkaniyê teqez kir ku her du kesên revandî bi tawana peywendiya li gel YPG’ê hatin revandin. Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve vê tawanê weke şantajaekê bi kar tînin da ku pereyan bi dest bixin.

Çavkaniyeke din ji Afrinpostê re ragihand ku yek ji revandiyên ku veguhestin zîndana Maratê ji gundê Mamila û yê din jî ji gundê Kumreşê ye.

Di zîndana Raî de şert û mercên tenduristî bi carekê nîne. Zîndan wek dojeha şêniyên herêmê ye û bi taybet ji bo Kurdan. Di vê derbarê de kesekî ku ji zîndanê derketiye got ku li zîndanê nêzîkî 1000 girtiyên mêr û jin hene. Girtî hemû Kurd in, ew ji Efrînê, Serê Kaniyê ne.

Related posts