Milîsên Îslamî zeviyên zeytûnan ên koçberên Efrînê bi kirê didin niştedagîran

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîr li herêma Efrîna dagirkirî di bin sîwan dagirkeriya Tirkî ku piştgiriyê jê digirin bi serbestî destdirêjiyê bi her awayî li zeviyên zeytûnan dikin ku hem dibirin û hem jî ji xwe re dikin êzing û difiroşin.

Lê zêde erdan bi kirê didin niştedagîran û yan jî pezên xwe li nava zeviyên Kurdan diçêrînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ku gundê Qirigolê dagir kirin, erdên zeytûnan ên koçberên Efrînê bi deman ango bi kirê didin niştedagîran her wiha pezên xwe bi rihetî li diçêrînin ku zirareke mezin li darên zeytûnê dikin.

Derbarê destdirêjiya li ser zeviyên zeytûnan de, karên birîna darên zeytûnê gelekî zêde li navçeya Bilbilê tên kirin.

Herî dawî 110 darên zeytûnê yên zeviyê welatiyê Kurd Hikmet Mihemed ji şêniyên navçeya Bilbilê hatin birîn.

Darên zeytûnê di pêvajoya êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê qurbaniyên yekemîn ên hovîtiya milîs û artêşa Tirk bûn.

Related posts