AFRINPOST-Taybet
Dagirkeriya Tirkî di nava hewldanan de ye ku çekdarên xwe yên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ku rojane derheqê sivîlên Efrînê sûcên dermirovî dikin, bê guhen bide nîşandan.
Di vê çarçoveyê de dagirkerî bi zanabûn û mebest her demekê sivîlên Kurd bi bihaneyên çêkirî, direvîne.
Yek ji bihaneyên çêkirî yên dagirkeriyê û milîsên wê ve, pêkanîna teqînan li Efrînê ye.
Dagirkerî û çekdarên wê ve sivîlan bi pêkanîna teqînan li Efrînê tawanbar dikin û bi rêya hincetên çêkirî, dixwazin xwe bêguneh nîşan bidin.
Bi taybet li vê dawiyê piştî ku ragihandina cîhanî revandina jinên Efrînê û îşkencekirina wan di zîndanan de kirin rojeve xwe, rê û rêbazên bi vî rengî derdikevin pêş.
Girêdayî wê navgînên ragihandinê yên Tirkî duh roja Yekşemê bi rêya weşandina nûçeyekê hewl da ku dagirkeriyê û milîsên Îslamî ji revandina malbateke Kurdî bê guneh bike.
Di vê çarçoveyê de malpera Afrinpostê dabû zanîn ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve îdîa dikin ku di dema bi serdegirtina 2 malên malbatê de, memoriyeke kamereyê dîtin ku di hundirê wê de dîmenên teqînên terorîstî hebûn.
Rewşên binçavkirin û revandinê yên rojane bi hincetên çêkirî wek peywendiya li gel YPG û Rêveberiya Xweser dubare dibin. Bi vî rengî milîsên Îslamî dixwazin malbatên revandiyan şantaj bikin û pereyan bi dest bixin.