AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.
Di vê çarçoveyê de, milîsên “Cebha El-Şamiyê” duh roja Şemiyê 20’ê Hezîranê, li ser rêbenda xwe ya ewlehiyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bi bihaneya xwemezindîtinê 2 kurdên negihîştî(temen biçûk) revandin û birin navenda xwe ya li dorhêla çerxerêya Kawa û piştre bi demeke kurt ew berdan.
Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku her du kesên Kurd bi navê Reşîd Şêx Kîlo (16 salî) û Selah Mistefa (17 salî) li ser rêbenda milîsên “Cebha El-Şamiyê” hatin sekinandin. Milîsan bi bihaneya xwemezindîtinê ew girtin û birin navenda xwe ya li dorhêla Çerxerêya Kawa ku di heman rojê de ew berdan.
Nûçegihan diyar kir ku rêbendên milîsan çi kesê ku di rêbendên wan re derbas dibin ku çi Kurd û çi jî Ereb, çi Misliman dibin û çi jî Êzdî bin jê her tiştî dipirsin weke ku qey ji wan dê nasnameyan çêkin bi qasî ku jê dipirsin.
Eger kesên ku di rêbendan re derbas dibin, Kurd bin wî derbasî navenda ewlehiyê dikin. Li wir wî dixin bin lêpirsînê, li telefona wî vedinêrin da ku bihaneyekê bibînin ku wî birevînin û bi wê hincetê pereyan ji malbata wî bistînin.
Wisa xuya dike ku hewldanên biçûkxistina xortên Kurd ên nû digihînin, diyar in. Bi taybet piştî ku nijadperestiya çekdaran hem li ser asta Erebî û hem jî li ser asta navdewletî aşkere bû, dixwazin bêtir heqaretê li Kurdan bikin.
Di dema ku kiryarên çekdarên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî li Efrînê aşkere dibin, çavdêr dibînin ku dagirkeriya Tirkiyê ji Lîbya re û gefxwarinên wê ji Qubrus û Yewnanistanê re, hişt ku Ereb û Ewropî heta ku dereng be jî li hemberî dagirkeriya Tirkî şiyar bibin.