AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku 26 otomobîlên leşkerî yên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, ji gundên du navçeyên gundewarê Efrînê derketin û berê xwe dan Lîbya.
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku 26 otomobîlên milîsên Îslamî ji gundên navçeya Cindirêsê û Şêrawayê pev alên hikûmeta Wîfaqê berê xwe dan Lîbya.
Nûçegihan destnîşan kir ku otomobîlên milîsan îna derbasbûyî 19’ê Hezîranê bi şevê dîtin ku ji di sûka Cindirêsê re derbas dibûn û wiha dewam kir;
Çekdaran bi alên Lîbî(hikûmeta Wîfaqê) ji Cindirêsê derketin û berê xwe dan navçeya Şiyê ku li wir navenda komkirina wan heye û dê ji Şiyê biçin Lîbya.
Piştî demeke kurt nûçegihan agahdar bû ku ew otomobîl ji gundê Kefersefrê, Aşka, Kora, Axcelê, Baflûrê, Îska, Şadêrê û Remedana hatin Şiyê.
Li gorî nûçegihan çekdarên birêketî ji milîsên Lîwa Weqas, Ehrar El-Şam, Ceyş El-Şerqiyê, Feyleq El-Şam, Semerqend û Lîwa El-Mutesm in.
Nûçegihan da zanîn ku ji dema çekdar dest bi çûna Lîbya kirine û heta niha, hejmara wan li Efrînê gelekî kêm bûye û bi taybet li deşta Cûmê ya navçeya Cindirêsê ku 70% ji çekdaran li wê herêmê çûne Lîbya.