Milîsên “El-Emşat” welatiyekî Kurd ji mala wî li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê di bin gefa kuştinê de qewitand

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi armanca koçberkirinê, sivîlên Kurd ên li Efrîna dagirkirî mane, direvînin û derheqê wan de hemû cureyên îşkenceyê dikin. Prosesên desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê û heta malên sivîlên li Efrînê mane ku wan ji malên wan diqewtînin û desteser dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Sultan Silêman Şah” ên bi navê “El-Emşat” naskirî ne, welatiyekî Kurd ji mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê, di bin gefa kuştinê de qewitand û li şûna wî malbateke çekdarekî milîsan bi cî kirin.

Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li hundirê Efrînê agahdar bû ku çekdarên “El-Emşat” welatiyê Kurd ê bi navê Îsmet Mamed ji mala wî ya li taxa Mehmûdiyê qewitand û malbateke çekdarekî li şûnê bi cî kir.

Têkildarî bûyerê, birayê Îsmet bi navê Ednan Mamed postek li ser rûpela xwe parve kir û ew nûçe teqez kir û wiha got; Çekdaran gef li birayê min xwarin ku an ji malê derkeve yan jî dê wî bikujin.

Birayê welatî Îsmet li gel Afrinpostê axivî û got ku birayê wî û hevjîna wî Hûriye Îbrahîm xwedî 3 zarok in û navên wan jî wiha ne; Lezgîn, Nîçêrvan û Mêrvan û wiha axaftina xwe dewam kir;

“Ez ji yên ku birayê min û malbata wî ji malê derxistine re dibêjim ku em jî wek wan ji jiyan û zarokên xwe hez dikin, em li ser axa bavpîrên xwe dijîn, welatê me Kurdistan e, em ê lê bijîn û lê jî bimrin. ”

Welatî Ednan bang li hemû partiyên Kurdî kir û got ku Kurdistana welatê me hemûyan e ji mafê her Kurdekî ye lê bijî, êdî bes ji koçberî û nakokiyên siyasî û xwedî li hev derkevin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;

Malbata birayê min ne ya yekê ye û ne jî ya dawîn e ku ji malên xwe bi darê zorê dertên, ev yek destpêka guhertina demografîk e, eger zirarek bigihêje birayê min û malbata wî ez destpêkê partiyên siyasî berpirsyar dibînim.

Related posts