Milîsên Îslamî bi mebest dar û berhemên 4 gundên Şêrawayê şewitandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, di çarçoveya zirarê bigihînin cotkarên Kurd û tekoşîna wan a mayîna li herêmê, Şêrawa û Şehbayê têk bibin, bi mebest zeviyên çandiniyê yên genim û ceh dişewitînin lê zêde û bi taybet piştî dagirkeriyê daristanên herêmê bi şêweyekî mezin heta niha şewitandine.

Di vê çarçoveyê de milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî agir bi darên herajê yên gundê Kefernebo û Beradê xistin ku ji ber bayê xurt agir ber bi gundê Soxanekê û Aqîbê ve yên di bin kontrola Hêzên Rizgariya Efrînê de çû û dar, erdên çandiniyê û berhemên cotkaran şewitandin.

Herêma Efrînê piştî dagirkirinê 18’ê Adarê 2018 û heta niha rûbirû bi hilkirin û birîna daran re dimîne. Milîsên dagirkeriyê bi hinceta hebûna Yekîneyên Parastina Gel YPG li nava daristanan agir bi daristan û çiyayên herêmê dixin.

 ..

Related posts