AFRINPOST-Taybet
Ji ber nakokiyên wan ên herêmkî û dijberiya li ser diziyê ku ji malên koçber û sivîlên Efrînê talan dikin, di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û niştedagîran de dem bi dem pevçûnên çekdarî derdikevin.
Di vê çarçoveyê de sibeha roja Înê termê çekdarekî milîsên Firqeya Sultan Mûrad li ser rêya bajarokê Şera hat dîtin, ew ji aliyê kesên nediyar ve li nava zeviyên zeytûnan hatibû tesfiyakirin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, term ê çekdarê milîsên Firqeya Sultan Mûrad bi navê Mihemed Ehmed e, ew li navenda milîsan a li nêzîkî guvaşgehê dikeve, dixebitî, ew bi xwe çekdarekî Tirkmenî ye û ji gundewarê baharê Risten ê Humsê ye.
Têkildarî niştedagîran jî, ya bi navê “tîmên parastina sivîl” termê niştedagîrekî bi navê Abdullah El-Sexîr piştî ku di ava kenalê ya taxa Mehmûdiyê de fetisî derxist. Niştedagîr ji bajarokê Maseran ê gundewarê Idlibê ye.