AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “El-Weqas” li gundê Hêkiçê û Senarê bi bihaneya fatûreyên avê û tevî ku komeleyên xêrxwaziyê stasyona pufdana avê bi rê ve dibin û lêçûnên wê didin, bacan li ser şêniyan disepînin.
Nûçegihan destnîşan kir ku milîs 4000 L.S mehane li ser her maleke her du gundan disepînin.
Sepandina bacan li ser her du gundan di çarçoveya biserîkirina zor, desteserkirina mal û milkên sivîlên Kurd li Efrînê tên.