AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Cindirêsê ragihand ku bi dehan ji niştedagîrên herêma rojhilat(Dêrazor û Hesekê) roja Çarşemê xwepêşandanek li bajarokê Cindirêsê bi armanca berdana sermilîsên wan yê bi navê “Ebû Xewle” û “Ebû El-Baz” li dar xistin.
Nûçegihan diyar kir ku xwepêşandanê karwanekî fermî yê berpirsên dagirkeriya Tirkî li Efrînê asteng kir û nehişt ku rêya xwe ber bi deriyê Hemamê yê sînorî ve temam bike û wiha dewam kir; di karwanê berpirsan de yê bi navê “Polent” serbazê diyar ê istixbarata Tirkî ku şîrketa Zaskî ya xizmetguzariyê li herêmê bi rêve dibe, hebû.
Milîsên “polîsên leşkerî” sermilîsê milîsên “Şuhada El-Şerqiyê” yê bi navê “Ebû Xewle“ Gulana 2019’an bi bihaneya tekoşîna li dijî gendeliyê li nava refên milîsên “Ceyş El-Wetenî” girtibû lê belê alîgirên sermilîs dibêjin ku sedema rastîn a girtina wî ew bû ku milîsên “Şuhada El-Şerqiyê” li dijî rêjîma Sûrî şer kirin, bû.
Milîsên “Şuhada El-Şerqiyê” li başûrê bajarê Babê yê dagirkirî eniyeke şer li hemberî rêjîmê vekirin, wê demê milîsan bajarokê Tadifê bêyî ku li gel artêşa Tirkî kordîne bikin, kontrol kirin. Artêşa Tirkî ew bûyer derveyî xetên xwe yên sor dît ku li gorî dagirkeriya Tirkî pêwîst e ew milîs tenê şerê Kurdan bikin.