3 Şivanên niştedagîr li gundê Kêla yê Bilbilê êrîşî welatiyekî Kurd û 2 zarokên wî kirin û bi giranî li wan dan

AFRINPOST-Taybet

Binpêkirinên niştedagîr û çekdarên wê yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên ji gundewarê Şamê, Heleb, Hums, Hema, Dêra Zorê û Idlibê hatine û li Efrînê niştedagîr bûne, di çarçoveya guhertina demografîk û wendakirina nasnameya Kurdî ya herêma Efrînê de berdewam in.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Bilbilê ragihand ku 3 şivanên niştedagîr roja Pêncşemê êrîşî welatiyekî Kurd bi navê Cemîl Îbiş û 2 zarokên wî Hesen(15 salî) û Çeksar(8 salî) kirin û bi giranî li wan dan.

Nûçegihan diyar kir ku li gundê Kêla ji ber ku welatî Cemîl nehiştin şivan pezên xwe li nava zeviyê wî biçêrînin, êrîşî wî kirin û wiha dewam kir; şivanên niştedagîr ji gundewarê Hemayê ne bi ço li welatî û zarokên wî dan lê zêde ew şivanên niştedagîr çekdar bûn ku dagirkeriyê rê daye niştedagîr bi çek bin û li ser Kurdan jî heta rahiştina kêrekê qedexe kirine.

Di encama êrîşî de welatiyê Kurd û her du zarokên wî bi êş û şikestinên cuda birîndar bûn. Milîsên Feyleq “El-Mecid ” ên ku gund dagir kirine, niştedagîr bin çav kirin lê belê ew radestî milîsên “polîsên medenî ” nekirin.

Xuya ye ku milîs dê şivanan piştî ku welatiyê Kurd neçarî êxistina mafê wî bikin, berdin û ev rewş her car dema ku niştedagîr êrîşî welatiyên Kurd li Efrînê dikin, dubare dibe.

Ev sûcê ku ji aliyê niştedagîran ve tê kirin di çarçoveya biserîkirina koçberkirina Kurdan ji Efrînê de tên ku ev bûyer di nava meh û nîvekê de ya sêyemîn e.

Related posts