Hikûmeta Tirkiyê Şêniyên Efrînê yên li ser erdê wê bi tawanên çêkirî bin çav dike

AFRINPOST-taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî sivîlên Efrînê yên koçberî Tirkiyê bûne, bi bihaneya tawanên çêkirî li pey wan in.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên agahdar teqez kirin ku desthilatên dagirkeriya Tirkî heta li Tirkiyê li pey sivîlên Efrînê ne ku wan bi hinceta xebata li gel Rêveberiya Xweser dişopînin  û dadgeh dikin.

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku hikûmeta Tirkiyê di çarçoveya binçavkirina Kurdên Efrînê de îro roja Pêncşemê welatiyekî Kurd ji gundê Birc Heyderê yê gundewarê Şêrawayê bin çav kir.

Çavkaniyan da zanîn ku kesê binçavkirî bi navê Cuma Ehmed e. Ew ji bo dermankirina xwe ji nexweşiya penceşêr e çûbû Tirkiyê lê belê polîsên Tirkî ew bi hinceta tevlîbûna nava hêzên Asayîşî li Efrînê bin çav kir.

Related posts