Piştî ku dagirkeriyê mûçeyên wan qut kirin, niştedagîran diziyên xwe zêde kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.

Di vê çarçoveyê de bi niştedagîran re gihîştiye astekê ku heta kabloyên elektirîkê û beroşên baqirî ji malên sivîlan didizin. Di vê derbarê de welatiyekî Kurd ji Afrinpostê re axivî û got ku êdî niştedagîr di nava rojê de diziyê dikin û wiha dewam kir; ji bilî dizî û talaniyê tiştek di destê çekdar û niştedagîran de nemaye û bi taybet piştî ku dagirkeriya Tirk mûçeyên wan ji ser lawên wan ên çekdar qut kirin, bêtir dizî li herêmê li pêş e.

Welatî di nava axaftina xwe de diyar kir ku çekdaran kabloyeke elektirîkê ji mala wî dizî, her wiha ji cîranê wî jî beroşeke baqirî dizî. Êdî niştedagîr heta bi roj jî diziyê dikin û ji ber ku milîsên Îslamî wan diparêzin, ti kes nikare dengê xwe bike.

Niştedagîrên ku dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji gundewarên Şam, Hums, Hema, Idlib, Dêra Zorê û Helebê anîne û li herêma Efrînê bi cî kirine, her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve, çi hebûneke giştî(milkiyet) be û çi jî taybet be û heta pakêtên alîkariyê yên ji aliyê hinek rêxistinan ve tên pêşkêşkirin, didizin.

Related posts