AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê her wiha sepandina bacan berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên Îslamî şêniyên navçeya Racoyê ya gundewarê Efrînê bi hinceta ku peywendiyên wan li gel Hêzên Rizgariya Efrînê hene, şantaj dikin.
Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ragihand ku milîsên li navçeyê bi bihaneya ku hinek şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê li herêmê tevger dikin û şêniyên gundên navçeyê alîkariya wan dikin, bac sepandin.
Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan li ser her malbateke Kurd 50000 L.S sepandin û wiha dewam kir; di roja cejnê de ala Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navîna bajarokê Raco hat dîtin ji ber vê yekê milîsan şêniyên navçeyê bi hinceta danûstandina wan li gel PYD’ê bac li ser wan sepandin.
Nûçegihan teqez kir ku şênî di wê baweriyê de ne ku milîsan bi mebesta standina pereyan ji wan, al danî wir.
Ev bûyer di çarçoveya biserîkirina prosesên êrîş, lêdan û çewsandina sivîlên Kurd de tê ku çekdarên milîsên Îslamî hewl didin Kurdan li Efrînê bitirsînin da ku bi hêsanî karibin dizî û talaniyê bikin û ti kes rê li pêşiya wan negire.