Milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” serî ji dagirkeriyê re çemandin û bi dehan ji çekdarên xwe bo şerê Lîbya şandin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî di şandina çekdarên milîsên Ixwanî yên bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ne, bo şerê Lîbya ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin, berdewam e.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” roja Duşemê li ser komkirina derdora 170 çekdarî ji nava milîsên ewlehiyê dixebite, da ku wan tevlî nava şerê li Lîbya bikin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên “El-Şerqiyê” çekdarên ku ji navçeya Racoyê ya gundewarê Efrînê tên navenda “Ebû Xewle”  ya li otostrada Xerbî dikeve, komî ser hev dikin da ku ji wir bibin Kîlisê û piştre bo şerê Lîbya bi rê bikin û wiha dewam kir;

Komek ji çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad”  ku derdora 60 çekdarî bûn, berbanga roja duyemîn a cejnê derketin û berê xwe dan herêma Kîlisê ku dê ji wir derbasî Lîbya bibin.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsên “Lîwa El-Mutesim” îro komeke biçûk ji çekdarên xwe birin cihê kombûnê û tevlî komeke din ku ji bajarokê Marê hatibûn wir, kir.

Related posts