AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, bi armanca wendakirina nasnameya herêma Efrînê ya çandî û şaristanî, prosesên vedan, rakirin û kolana cihên şûnwarî bi armanca dizîna gencîne û parçeyên dîrokî berdewam dike. Milîsên Ixwanî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de parçe û şûnwaran ji cihên dîrokî yên Efrînê derdixin, didizin û derbasî Tirkiyê dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Lîwa El-Mutesim ” beriya sê rojan bi traks û buldozeran li dorhêla girê Qîbarê yê şûnwarî ku li ser rêya kampa “Erş Qîbar ” dikeve, dikole û vedide û hêjî berdewam e.
Ji aliyekî din ve li gundê Turindê li kana keviran ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” bi rêve dibe, kevirek bi ser karkeran de ket û di encama wê de du karker ji gundewarê Helebê mirin. Kana Keviran a yê bi navê “Ebû Îbrahîm” e, ew ji pêkhateya Ereb e ji şêniyên gundê Bircikê ye.
Rûpel û malperên bi ser çekdaran ve bal kişandin ser bûyerê(ketina kevir) û gotin ku du kes birayên hev bi navê Mihemed û Mistefa Îbrahîm Tahûş ji bajarokê “Qubtan El-Cebel” a gundewarê Heleb ê bakur rojava jiyana xwe ji dest dan.