AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrînê ya dagirkirî, ji ber nakokiyên wan ên herêmkî û dijberiya li ser serweriyê her çend rojan, pevçûnên çekdarî ji ber sedemên ne exlaqî di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn de derdikevin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrînê ragihand ku çekdarekî milîsên “polîsên leşkerî” bi navê “Ebû Diya”, li malekê di bin navê “hevjînên şehîdan” feqek ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” re danî. Di mala ku çekdaran ji xwe re kiribûn kerxane 5 kecên temenbiçûk hebûn. Li wê malê ya ku di bin navê mala “hevjînên şehîdan” de li taxa Mehmûdiyê li dorhêla dibistana “Tişrîn” tecawiza jinan tê kirin.
Nûçegihan diyar kir ku di çarçoveya feqa ku ji çekdarên “El-Şerqiyê” re hatibû danîn û li ser peymana li gel yê bi navê “Ebû Diya”, qêrîna keçan hebû.
Di feqê de keçên li malê qêrîn ku di cî de “Ebû Diya” destwerdan kir û bi bihaneya bisergirtina malê û destdirêjiya keçan, 2 çekdar bin çav kirin. Niha milîsên “polîsên leşkerî” ji her yekî ji wan di bin navê şerefê de 3000$ dixwazin da ku wan berdin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan 15’ê Gulanê bi bîr xistibû ku du çekdarên serxweş li navîna Efrînê bi ser malekê ku tenê jin û zarok tê hebûn, girtin û hewl dan destdirêjiyê li jinan bikin.
Rewangeha Sûrî da zanîn ku her du çekdarên serxweş piştî ku bi ser malê de girtin, da ku jinan bitirsînin gule bi asîman de avêtin. Piştre hinek çekdar ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û milîsên “polîsên leşkerî” mal dorpêç kirin û piştî pevçûneke çekdarî her du çekdar bin çav kirin.