Çekdarekî milîsên “Sultan Mûrad” li Kotana firoşgeheke pereguhêriyê talan kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku çekdarekî milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” beriya du rojan li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê firoşgeheke pereguheriyê talan kir.

Nûçegihan destnîşan kir ku çekdar pereyên welatên cuda cuda, jê; 2700 lîreyên Tirkî, 1100 dolar lê zêde 400 hezar lîreyên Sûrî talan kirin.

Ev sûc di çarçoveya biserîkirina prosesên talan, desteserkirin û sepandina bacan de tê.

Related posts