Meclisên navxweyî yên dagirkeriyê li Efrînê alîkariyên mirovî didizin û difiroşin

AFRINPOST-Taybet

Di çarçoveya rola wê ya sûcdar û serweriya ayîna daristanê ya ku milîsên Îslamî yên Ixwanî li herêma Efrînê ya dagirkirî sepandiye de, “meclisên navxweyî” yên ku dagirkeriyê bi şêweyekî sembolîk ava kirine, prosesên pêkanîna guhertina demografîk û niştedagîrkirinê de berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li Efrînê hat agahdarkirin ku meclisên dagirkeriyê li bajarê Efrînê alîkariyên mirovî yên ji bo malbatên xwedî pêwîstî hatine taybetkirin, didizin û difiroşin firoşgehên bazirganiyê. Ev kiryara meclisan di çarçoveya birçîkirina sivîlên Kurd de tê da ku wan ji herêmê bidin koçberkirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku ofîsa Hawarçûnê ya meclisê, navên sivîlên Kurd ji lîsteyên malbatên xwedî pêwîstî radikin û piştre para wan ji alîkariyên mirovî dişînin firoşgeheke bazirganiyê li hemberî garaja kevn da ku li wir bifiroşin û wiha dewam kirin; milîsan alîkariyên mirovî bi 37000 firotin firoşgehê.

Çavkaniyên di hundir Efrînê de teqez dikin ku meclisên dagirkeriyê tenê zagonên xwe li ser sivîlên Kurd ên li Efrînê mane disepînin, ew niştedagîr û çekdaran neçarî pêkanîna van biryaran nakin.

Related posts