AFRINPOST-Taybet
Ji parvekirina serwerî û berjewendiyan di navbera Tirkiyê û Rûsya de xuya dibe ku her du alî dixwazin dagirkeriya Tirkî li bakur rojavayê Sûriyê ku Efrîn di nav de, dagirkeriya Tirkî bikin rastî û guhertina demografîk pêk bînin.
Di vê çarçoveyê de ji Afrinpostê re agahî hatin ku nêz maye di navbera Efrîn û herêmên Şehbayê de derbasgehek were vekirin.
Tevî ku herêmên Şehbayê di bin serweriya hevbeş a rêjîma Sûrî û Rûsya de ye ku şêniyên Efrînê hêvî dikin Efrîn careke din ji serweriya Sûriyê re vegere, lê tiştê li ser erdê xuya dike vê pêşbîniyê berevajî dike.
Gavên ku Moskow di wê derbarê de davêje û li gel sekinandina şer li Idlibê û parvekirina wê di navbera rêjîmê û Tirkiyê de, bi ti awayî diyar nabe ku rêjîma Sûrî û Rûsya serweriya Sûriyê diparêzin.
Çavkaniyekê ji gundê Maserkê yê navçeya Şera diyar kir ku dagirkeriya Tirkî bi kordîneya li gel Rûsya, amadekariya vekirina derbasgehekê di navbera Efrîn û herêmên Şehbayê de dike. Derbasgeh ku dê were vekirin, wê ji bo bazirganiyê û rewşên mirovî be. Çavkaniyê destnîşan kir ku dê garajek li gundê Kefercenê were vekirin, bi vê yekê derbasgeh dê ji Kefercenê heta Mareskê, Mezrê, Mêremîn, Enabkê û piştre berê xwe ber bi çep de dide û di cem sabûngeha El-Nayêf bo rêya navdewletî di navbera Gazî Entab û Heleb re ye.
Têkildarî dîroka vekirina derbasgehê çavkaniyê got ku dê piştî cejna Remezanê were vekirin. Ev agahî piştî ku otomobîlên Rûsî beriya çend rojan derbasî baregeha Kefercenê bûn, hatin. Li gorî çavkaniyê leşkerên Rûsî di wê baregehê de bi cî bûne û wiha dewam kir; rêya di navbera Gazî Entab û Heleb dê ji bo bazirganiyê were vekirin ku ev plan di çarçoveya civînên Astanayê de hatiye gotûbêjkirin û dixwazin li ser erdê pêk bînin.