AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” li gundê Stêr ji şêniyan belgeyên xwedîtiya erdên wan ên çandiniyê xwestin û gefa desteserkirinê li xwediyên erdan ên bê belge xwar.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê destnîşan kir ku her cotkarekî gund xizmeta erdê nasê xwe yê koçber dike û xwedî lê derdikeve. Milîs bi mebest û zanabûn erdên çandiniyê yên ku koçberên Efrînê li pey xwe ji nasên xwe re hiştine, desteser dikin û wiha dewam kir; milîsan erdê malbata Fadil Hemo ji pêkhateya Ereb, erdê malbata Hesen Hesen ji pêkhateya ereb û erdê welatiyê Kurd Rojhilat Sîdo ji dest nasên wan ên li Efrînê mane, girtin.
Girêdayî heman çarçoveyê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî ji bajarokê Dêr Cemal, li ber pira nû ya bajarê Efrînê erdek desteser kir. Niha li ser wî erdî stasyoneke sotemeniyê ava dike. Erdê ku niştedagîr desteser kiriye yê malbata Osman Axa ye. Nûçegihan diyar kir ku heman niştedagîrî stasyona sotemeniyê ya bi navê Dicle li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê desteser kiriye.
Girêdayî kiryarên çekdarên Îslamî yên nerewa, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bajarê lîstikan “Cûdî Land” bi kirê bi 200 milyon L.S da niştedagîrekî ji bajarokê Enedan yê gundewarê Heleb ê bakur.