Dagirkeriya Tirkî hinek gundên Şêrawa û Şera topbaran kirin û maşîneyên Rûsî li herêmê digerin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn, bi armanca peydakirina tirsê li nava koçberên Efrînê û pêkanîna zirarên madî û mirovî, topbarankirina gundên navçeya Şêrawayê û herêmên Şehbayê dewam dikin.  

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî, roja Yekşemê gundên navçeya Şera û Şêrawayê yên gundewarê Efrînê ku tijî koçberê in, bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku topbaran li ser gundê Soxanekê, Aqîbê, Xirbikê û Dêr Cemal pêk hat. Her wiha gundê Şewarxe û kela Şewarxe, Meranaz û Malikiyê yên navçeya Şera jî hatin topbarankirin û diyar kir ku piştî topbaranê, balafireke şer yeke nediyar di ser gundên Şêrawa û Şera re firiya.

Têkildarî wê dîsa artêşa Tirkî bi bêtirî 8 topan li herajê di navbera her du gundên Soxanekê û Aqîbê da. Girêdayî topbaranê nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku şandeyeke Rûsî pev çend ambulansan berê xwe dan herajê lê belê hê zelal nebûye ku qurbaniyên topbaranê hene lê na.

.

Related posts