Bi wêne… li navçeya Şera istixbarata Tirkî mala kurdekî koçber veguherand navendeke ewlehiyê

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.

Di vê çarçoveyê de istixbarata Tirkî mala koçberekî Kurd li Efrînê veguherand navendeke ewlehiyê ya taybet da ku girtiyan lê bi cî bikin.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera destnîşan kir ku mal a welatiyekî Kurd bi navê Hec Menan e, ew ji şêniyên gundê Matîna ye, mala wî li ser rêya di navbera Matîna û Şera de dikeve. Berî ku istixbarata Tirkî ji xwe re bikira navend, Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad”  desteser kiribû.

Nûçegihan destnîşan kir ku ev navenda ewlehiyê li herêmê ya herî xeternak e. Ji ber ku dema girtî derbasî wê navendê dibin, ji wir piştî îşkence û lêpirsînê derbasî Tirkiyê dibin.

Ev bûyer di çarçoveya biserîkirina prosesên standin û desteserkirin mal û milkên sivîlên Kurd de tê. Bi bihaneya ku milîsan malên koçberên Efrînê ji xwe re veguherandin navendin leşkerî yan jî xwediyên çekdaran ên niştedagîr tê de bi cî bûn, rê li pêşiya vegera sivîlên Kurd ji Efrînê re girtin.

Related posts