AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” şeva Yekşemê 10’ê Gulanê, 4 welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Dêrbelûtê yê navçeyê revandin. Milîsan kesên revandî birin navenda milîsan a sereke li gundê Îska yê navçeya Şêrawayê.
Nûçegihan navên kesên revandî belge kirin û ew jî wiha ne; Mihemed Îbrahîm Celal Bekîr 27 salî, Ebid El-Ruhman Xelîl Hebeş 37 salî, Atîl Mihemed Ebdo 28 salî, Mihemed Hesen Îbrahîm(ji pêkhateya Ereb e) û 30 salî ye.
Nûçegihan da zanîn ku dewriyeya milîsan bi pey xortekî din jî bi navê Ebid El-Kerîm El-Îsa ji pêkhateya Ereb ket lê belê karî ji wan bireve û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.
Li gorî nûçegihan welatî Ebid El-Ruhman û Mihemed Îbrahîm berê jî gelek caran ji aliyê milîsên “Feyleq El-Şam”ve hatibûn revandin ku piştî dayîna her fidyeyeke malî dihatin berdan her wiha da zanîn ku milîs ji bo berdana her revandiyekî 1000$ dixwazin.
Gundê Dêrbelûtê ji 120 malan pêk tê, 60% ji wan ji pêkhateya Kurd e û 40% jî ji pêkhateya Ereb e(Ew ji destpêka dagirkeriyê ve li gund niştecih in)