AFRINPOST-Taybet
Welatiyeke Kurd ji hundirê Efrînê nameyek ji Afrinpostê re bi rê kir ku bi rêya wê hewl da êş û azarên sivîlên Kurd li Efrînê dikişînin, ragihîne ku ev 2 sal in rûbirûyî sûc û binpêkirinên dagirkerî û milîsên wê ne.
Birêz Evîn(ne navê resen e) a 56 salî di nameya xwe ya ji Afrinpostê şandiye de wiha dibêje:
Merheba kurê min, ez ji Efrînê me û lê dijîm, em rewşên zehmet û giran di bin sîwana yên ku qaşo ji bo rizgarkirina me hatin Efrînê de dijîn, lawên min nikarîn li hemberî zordariya çekdaran li ber xwe bidin ji ber vê yekê ji neçarî ji Efrînê koçber bûn ku ez û hevjînê xwe bi keser û hesreta lawên xwe man, min û hevjînê xwe ji ber êrîşên kêzikan(çekdar) nikarî li mala xwe xew bikira, piştre hevjînê min nexweş bû û razî nebû li gel her bijîşkekî xwe derman bike(Sivîlên Kurd li Efrînê ji tirsa dizîna organên gewdeyê wan, razî nabin li nexweşxaneyên ku dagirkeriya Tirkî bi rê ve dibin, xwe derman bikin, her wiha baweriya xwe jî bi bijîşkên niştedagîr nayînin), gelekî bi nexweşiyê re kişand, em li benda vekirina rêyan man da ku wî derxin derveyî Efrînê, lê belê pir bi nexweşiyê re dirêj nekir û ji 7 mehan ve bê hebûna xwedî û lawên wî, çû ser dilovaniya xwedê û wiha dewam dike; ez bi tena serê xwe li gund mame, min nikarî dest ji mal û milkên xwe berda û em li benda dilovaniya xwedê ne. Ez hemû rûpelên înternetê dişopînim lê belê navê Efrînê wenda ye, gelo em bi ku ve herin? Em bimirin ku ji xwe rojê hezar carî dimirin?
Dayîka Efrînî nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li nava kujer û çeteyan de dijîn, ne ol dizanin û ne jî wijdan bi wan re heye, hêvîdar in hûn me bi bîr bixin û ji bîr nekin, em li benda rizgarkirinê ne.”