Milîsên Îslamî rêbazên cuda ji bo kêşana zarokan û revandina wan bi kar tînin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li Efrînê ji bo kêşana zarokan û revandina wan xwe dispêrin rê û rêbazên cuda.

Çavkaniyekê li Efrînê ragihand ku rewşên dizîna zarokan li vê dawiyê zêde bûne.

Girêdayî rewşên revandinê, çavkaniyeke taybet ji Afrinpostê re ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê,  beriya çend rojan 2 keçên temen biçûk derdora 17 saliyê bi navê(Ş û H3) ku ji malên xwe derketin, di rê de jin û mêrekî ew sekinandin û cihê navenda Çandê ya berê ji wan pirsîn, piştre ji wan xwestin ku wan bibin navendê û wiha dewam kir; di rê de otomobîlek bi lez hat û hewl da her du keçikan birevîne, lê belê keçik qêrîn û karîn ji wan birevin. Piştî wê bûyerê êdî her du keçik newêrin ji malên xwe yên li taxa Mehmûdiyê derkevin.

Çavkaniyê derbarê revandina zarokan de bûyereke din ji Afrinpostê re vegot û ew jî wiha ye: Li ba çerxerêya Newrozê û ez bi xwe şahidê wê bûyerê bûm, otomobîlek di cem zarokekî re derbas bû û hewl da ku wî birevîne, lê belê şêniyên li wê deverê pê hesiyan û karîn kesê revîner bigirin û zarok vegerînin û wiha dewam kir; hinek kom hene bi organên mirovan bazirganiyê dikin, zarokan direvînin û organên wan difiroşin. Çavkaniya ku bûyer dîtiye, şêniyên bajêr şiyar kirin ku li zarokên xwe miqate bin û nehêlibin ku tenê ji mal derkevin.

Her wiha heman çavkaniyê bal kişand ser rewşa dizînê li herêmê û got ku ji ber Tirkiyê pere li ser çekdaran qut kirine, rewşên diziyê li Efrînê û bi taybet li taxa Mehmûdiyê û Eşrefiyê zêde bûne û wiha axaftina xwe bi dawî kir; beriya çend rojan di avaniya me de du motorsiklet hatin dizîn.

Related posts