Kî li pişt teqîna terorîstî li Efrîna dagirkirî ye û ji pişt wê çi qewimî?

Afrinpost-Taybet

Teqîna ku li pêşiya sûka gelêrî ya li ser rêya Raco, yek ji teqînên herî xurt û mezin heta niha li Efrînê pêk hatine, ye. Ji ber teqînê sûk bi temamî şewitî û zirarên mirovî û madî çêbûn.

Bîlançoya qurbaniyên teqînê hêjî zêde dibe ku herî dawî 61 kuştî di nav de hin welatiyên Kurd hebûn aşkere bû. Welatiyên Kurd ên ku şehîd bûne ev in:

Fewaz Elwan ji gundê Qeretepe, Hisên Mihemed ji gundê Kurzêlê, Rêzan Cafer ji gundê Maratê her wiha hêjî çarenûsa Remzî Xelîl ji gundê Suxanekê ne diyar e.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku ne tenê kuştî hebûn her wiha derdora 70 kesên birîndar jî gihîştin nexweşxaneyên bajêr û Ezazê û hinekan jî xwestin ku li malan werin dermankirin û wiha dewam kir; teqînê zirarên madî mezin pêk anîn ku li dorhêla teqînê ji ber ku pêlên agirê teqînê berfireh bû, bi dehan ji firoşgehên bazirganiyê şewitandin.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber teqîn li pêşiya sûkê pêk hat, gelek qurbaniyên teqînê şewitîn lê zêde agir bi dehan ji mişterî û xwediyên firoşgehên bazirganiyê di hundirê sûkê de dorpêç kirin.

Dergehên sûkê bi agir hatin girtin ji ber vê yekê kesên dorpêçkirî neçar man ku da ku ji agir birevin, di dîwaran re hilkişîn û reviyan.

Nûçegihanê Afrinpostê ji nava niştedagîran agahî bi dest xistin ku milîsên “Sultan Mûrad” û “Ehrar El-Şerqiyê” li pişt teqînê ne. Ew her du milîs razî nabin ku çekdarên xwe ji bo şerê li Lîbiya bi rê bikin û fermanên istixbarata Tirkî pêk nayînin ku dema ji wan re hatiye dayîn heyanî serê vê heyvê ye. Ji ber vê yekê teqînan pêk tînin û fişarê li dagirkeriya Tirkî dikin da ku ji planên xwe vegere.

Wezareta Parastinê ya Tirkî bi lez û bez Yekîneyên Parastina Gel bi teqînê tawanbar kir û ji bîr kir ku hemû derbasgehên Rêveberiya Xweser ji mehekê ve  ji ber coronayê girtî ne.Tirkiyê bi vê tuhmetê dixwaze tiştê ku bûye, bixe bin berjewendiya xwe û ji xwe re bike bihane da ku herêmên Şehba û Kobanê dagir bike.

Piştî teqînê çekdaran gule bi asîmanê de avêtin da ku şêniyan ji cihê bûyerê bi dûr bixin û tirsê ji têxin dilê wan, hemû firoşgehên bazirganiyê, tiştên ku di sûkê de nehatiye şewitandin, 2 dikan zêr, 2 cihên pereguhêriyê lê zêde firoşgeha pêwîstiyên dibistanan a Subhî Bekir, dikanên Elektronîk, caw, pêlav û paqijiyê dizîn û talan kirin.

 

 

 

Related posts