Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, sûcên revandin û binçavkirinê weke navgîneke şantaj, fişar û astengkirinê derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de, berdewam dikin. Armanca milîsan ew e ku Kurdan ji Efrînê koçber bikin û li şûna wan malbatên niştedagîr ê çekdarên xwe yên ji bajarên cuda yên Sûriyê anîne, bi cî bikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê roja Duşemê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah, El-Emşat ” 20 Nîsanê, 5 welatiyên Kurd di nav 3 welatî birayên hev bûn ji gundê Çeqela Ortê(Çeqela Navîn) revandin û beramberî berdana her yekî ji wan 3000$ xwestin.
Nûçegihan navên wan belge kirin ku ew jî ev in; Bêrem Bekir Hemo (80salî) û her du birayên wî Bekir Hemo (72) salî û Arif Bekir Hemo (70) salî. Her wiha milîsan li gundê Çeqela Jor jî du welatî bi navê Mihemed Betal (60 salî) û Ednan Mehmûd Betal (35 salî) revandin.