Kurdên di teqîna sûka gelêrî de birîndar bûne, ji ber tirsa dizîna organên wan razî nabin biçin nexweşxaneyên ajanên dagirkeriyê

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên xwe yên li nexweşxaneyeke herêma Efrînê hat agahdar kirin ku ji ber teqîna îro piştî nîvro rû daye, 24 kes hatin kuştin û 47 jî di nava wan de 6 welatiyên Kurd hebûn, birîndar bûn.

Nûçegihan destnîşan kir ku Kurdên birîndar, neçûn nexweşxaneya dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn û xwestin ku li malên xwe werin dermankirin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê birîndar tirsîn ku wan bi ambulansan derbasî Tirkiyê bikin, li wir wan bikujin û organên wan bidizin.

Nûçegihan diyar kir ku dizîna organên birîndarên Kurd ne tenê li nexweşxaneyên Tirkiyê pêk tên her wiha li nexweşxaneyên bajarê Ezazê û bajarên dîtir jî sûcên bi rengî didin. Beriya wê bi çend caran jî rewşên bi vî rengî çêbûne. Ji ber vê yekê razî nebûn ku biçin nexweşxaneyên dagirkeriyê li Efrînê.

 

 

 

 

Related posts