Çima şêniyên Ezazê û gundewarê Idlibê malên xwe dihêlin û berê xwe didin Efrînê?

Afrinpost-Taybet

Li herêma Efrînê niştedagîr bi rê û rêbazên cuda, mal û milkên koçberên Efrînê desteser dikin.

Ji dema destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê û piştre di navbera rêjîma Sûrî û Ixwan Mislimîn de veguherî şerekî çekdarî, herêmên cîran ji bajarê Efrînê re û bi taybet Ezaz û li aliyê başûr jî Etmê û Daret Izê di revandina welatiyên Kurd her wiha dorpêçkirina wê de roleke diyar lîstin. Ji wê demê û heya niha armanca astengkirin û dorpêçkirina bajarê Efrînê ew bû ku milîsên bi navê “Ceyş El-Hur” îradeya kurdan têk bibin û herêm control bikin.

Bi destpêkirina dagirkeriya Tirkî sala 2018’an ji Efrînê re, çekdarên herêma Ezaz, Etmê û Daret Izê rola wan di dagirkirina Efrînê de berbiçav bû, ji ber ku wan erdnîgariya herêmê baş dizanî.

Piştî ku dagirkeriya Tirkî roja 18’ê Adara 2018’an herêm bi temamî dagir kir, çekdarên Ezaz, Marê, Til Rifet, Minig, Daret Izê, Etmê û Sermede mal û milk, maşîne, kargeh û otomobîlên wan dizîn û talan kirin û li Ezaz û Idlibê firotin.

Niha piştî 2 salan ji dagirkeriyê, milîs û niştedagîrên ku dagirkeriya Tirkî li Efrînê bi cî kirine, destên xwe danîne ser mal û milkên koçberên Efrînê û ji bo rewatiyê bidin hebûna xwe li herêmê, mal û erdên desteserkirî li ba dagirkeriyê li ser navên xwe tomar dikin ku bi hêviya dagirkerî Efrînê bi ser Tirkiyê ve bihesbîne.

Milîsên “Ceyş El-Hur” hewl didin herêmên sînorî yên Sûriyê ji Idlibê û Efrîn di nav de heta Cerablusê û pê re bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî jî tevlî nexşeya Tirkiyê bikin ku li wan herêman rapirsîneke zexte wek çawa “Lîwa Iskenderon”dagir kirin, wan herêman jî bi ser Tirkiyê ve bikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanên Afrinpostê teqez kir ku hinek malbatên Ezazê û ji bilî wan ji herêmên gundewarê Helebê yê Bakur û gundewarê Idlibê malên xwe dihêlin û berên xwe didin herêma Efrînê û di malên koçberên Efrînê de bi cî dibin.

Nûçegihan destnîşan kir ku sedema sereke ew e ku niştedagîr dixwazin malan û erdên çandiniyê li Efrînê bi dest bixin.

Niştedagîr xeyal dikin ku bi hebûna artêşa Tirkiyê li Efrînê, ew ê mal û erdên desteser kirine li ser navên xwe tomar bikin an jî dibe ku şêniyên Efrînê yên koçber li malên xwe nepirsin û venegerin cih û ware xwe.

 

  

Related posts