Teqîneke nû li Efrînê rûda û sûka gelêrî bi temamî şewitand

Afrinpost-Taybet

Li herêma Efrînê teqîn pey teqînê rû didin, çalakvanên Kurd ji Efrînê didin zanîn ku berpirsyarê wan teqînan dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn in. Dagirkerî û milîsên wê di çarçoveya hewldanên wan ê guhertina demografîk de, bi mebest tevliheviyan peyda dikin her wiha sivlîên Kurd li Efrînê direvînin û bi armanca koçberkirina wan sûcên dijmirovî, dizî û talaniyê dikin û mal û milkên wan jî desteser dikin.

Têkildarî wê, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku îroj piştî nîvro, barkêşeke sotemeniyê li navîna Efrînê, li ser rêya Raco teqiya û di encamê de herî kêm wek bîlançoya destpêkê 2 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku barkêş li pêşiya têketina sûka gelêrî teqiya. Zirareke mezin bi sûk, firoşgehên bazirganiyê yên li kêleka teqînê bû û destnîşan kir ku agirê teqînê sûka gelêrî bi giştî şewitand û hêjî agir pêketiye û bi temamî nehatiye vemirandin.

Nûçegihan teqez kir ku 4 ambulansên agirvemirandinê li cihê teqînê dixebitin lê belê nikarîn heta weşandin nûçeya wê vemirînin.

Dagirkerî û milîsên wê ve da ku berpirsyartiya teqînê birevin û negirin ser xwe, Hêzên Rizgariya Efrînê tawanbar dikin.

  

Related posts