Di navbera milîsên “El-Şamiyê” û niştedagîrên ji gundewarê Şamê de pevçûn derketin

Afrinpost-Taybet

Ji ber cudahiyên wan ên herêmkî, car caran di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û niştedagîrên ku ji bajarên cuda yên Sûriyê li herêma Efrînê bi cî bûne de, şer û pevçûn derdikevin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku êvara Duşemê di navbera milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku piraniya wan ji gundewarê Helebê yê bakur in û niştedagîrên ji gundewarê Şamê de li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê pevçûnên çekdarî rû dan û di encamê de 2 niştedagîr birîndar bûn.

Nûçegihan destnîşan kir ku koma “Oso” ya milîsên “El-Şamiyê” ji ber sedemên ne diyar bi komeke niştedagîran re pev çû. Ji ber pevçûnê 2 niştedagîr ji bajarê Doma ya gundewarê Şamê birîndar bûn, yek ji wan bi navê Mihemed Cuma bû û wiha nûçegihan dewam kir; niştedagîran hêza xwe li herêma pevçûnê zêde kir ku gengaz e dema pêş de bêtir pevçûn di nava wan de rû bidin.

Nakokî û rûbirûbûn di navbera niştedagîr û çekdaran de û bi taybet ên ku ji ne heman herêmên ku jê koçber bûne, derdikevin. Herî dawî 16’ê Nîsanê hejmareke niştedagîr ên ji Xûtaya Rojhilat  li dijî milîsên “polîsên leşkerî” xwepêşandan bi armanca berdana berpirsê ofîsa ya bi navê “Koçberên Xûtayê”  li dar xistin, lê belê milîsan xwepêşander bi zorê ji hev kirin û çewisandin.

 

 

 

Related posts