Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” komeleya Bihar a hawarçûnê ji erka rêvebirina stasyona avê ya li gundê Qûta ya navçeya Bilbilê bi dûr xist, destê xwe danî ser û dê ji berjewendiya xwe re bixebitîne.
Nûçegihan diyar kir ku milîs hewl didin ku bi xwe stasyonê bixebitînin û fatûreyên wê ango heqê avê ji xwe re kom bikin.
Milîs dê li ser her maleke ji gund beramberî avê, 4000 L.S bisepîne.
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” 26’ê Nîsanê bi ser komeleya Bihar a hawarçûnê de girtibû, li rêveber û hinek karmendên wê dabûn û ew qewitandibûn.
Gelek çavkaniyan teqez kirin ku sedema êrîşa li ser karmendên komeleyê ew e ku endam razî nebûn ku ji milîsan re kamereyên çavdêriyê yên navendê vekin da ku milîs ji xirakirina maleke nêzîkî wê ku sermilîsê “Ehrar El-Şerqiyê” tê de ye, meyze bikin û zirarên ku gihîştine malê nas bikin.
Dema ku karmendên komeleyê xwesteka çekdaran pêk neanîn, bi ser navendê de girtin û êrîşî rêveberê navendê û ekîbê tenduristî yê di hundirê wê de kirin.