Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn lêgerîna xwe ya ji parçeyên dîrokî re her wiha di rûxandina cihên şûnwarî de jî berdewam in.
Milîs li gorî plana istixbarata dagirkeriya Tirkî bi armanca wendakirina nasnameya dîrokî, çandî û şaristanî ya herêma Efrînê, tevdigere.
Girêdayî wê li ser rûpeleke Facebookê derbarê şûnwarên dizî û karê lêgerîna ne rewa de, vîdyoyek belav kir. Di vîdyoyê de li gundekî şûnwarî yê herêma Efrînê ji aliyê çekdarên Îslamî ve bi armanca lêgerîna li parçeyên dîrokî û tiştên giranbuha, bi maşîneyan karên kolanê tên kirin.
Rûpela ku ew vîdyo belav kiriye bi navê Kinûz û defaên El-Madî Sultan Ehmed e. Rûpel propagandeyê ji ramanên Osmaniyan re dike.
Xebatkarên rûpelê û koma veşartî ya ku pê re dixebite bi şêweyekî dorveger, wêneyên herêmên ku bi armanca lêgerîna li şûnwaran hatine kolandin, belav dikin. Têkildarî wê Afrinpostê bal kişand ser dîmenine kolan û xirakirina deverên şûnwarî yên li gundê Kefer Nebû yê navçeya Şêrawayê.
Çavkaniyekê ji Afrinpostê re diyar kir ku gundê Kefer Nebo pir girîng e. Ji ber ku keşe Mar Maron ji wir dest bi belavkirina ola Xiristiyanî kir û li wir mir, piştre termê wî birin gundê Beradê. Her wiha çavkaniyê teqez kir ku piştî dagirkeriya Tirkî ji Efrînê bêtirî 70% ji şûnwarên dîrokî yên herêma Efrînê rastî talanî û rûxandinê hatin.