Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, sûcên revandin û binçavkirinê weke navgîneke şantaj, fişar û astengkirinê derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de, berdewam dikin. Armanca milîsan ew e ku Kurdan ji Efrînê koçber bikin û li şûna wan malbatên niştedagîr ê çekdarên xwe yên ji bajarên cuda yên Sûriyê anîne, bi cî bikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî ”, hefteya borî welatiyekî Kurd bi navê Ebdo Şaban ji mala wî ya li gundê Axcelê ya navçeya Cindirêsê bi bihaneya ku di dema Rêveberiya Xweser de, peywendiya wî li gel saziya malbatên şehîdan hebû, bin çav kir.
Nûçegihan teqez kir milîsan welatî piştî 5 rojan û neçarkirina dayîna fidyeya malî 5000$, berdan.
Girêdayî wê nûçegihanên Afrinpostê 30’yê Adarê 12 rewşên revandinê yên nû li gundê Eyn Hecerê, Avrazê, Kefercenê û Çema belge kirin.
Ji ber belavnûna vîrûsa Coronayê û da ku şewba wê li nava girtiyan belav nebe, di nav de Tirkiyê piraniya welatên cîhanê ew berdan. Hemwextî rêkarên derheqê berdana girtiyan, Saziya malbatên kesên li Efrînê hatine girtin, 1’ê Çileya 2020’an, ji desthilatên dagirkeriya Tirkî xwest ku kesên revandî yên di zîndanên dagirkeriyê û çekdarên wê de berdin. Di wê derbarê de saziyê daxuyaniyek belav kir, tê de bang li aliyên navdewletî û navxweyî kir ku fişarê li desthilatên Tirkî bikin û rê nedin ku zagonên navdewletî yên taybet ji bo girtiyan bin pê bike.