Afrinpost-Taybet
Niştedagîrên girêdayî çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên ku ji gundewarê Şamê, Hums, Hema, Dêra Zor, Idlib û Helebê anîne, sûcên dijmirovî derheqê sivîlên Kurd li Efrînê de berdewam dikin. Sûcên wan di çarçoveya guhertina demografîk û wendakirina nasnameya herêmê ya Kurdî de pêk tên.
Di vê çarçoveyê de rûpela Facebookê ya gundê Basûfanê ragihand ku niştedagîrên li gund bi cî bûne, bi zanabûn di roja destpêkê ya rojiyê de, mezarekî Êzdiyan bi navê Şêx Elî rûxand.
Rûpelê destnîşan kir ku ev sûc li rêzebinpêkirinên ne exlaqî û terorîst a ku mirov û xwezayê armanc digire de û her tiştê girêdayî kurdewariyê ye, tê. Her wiha diyar kir ku niştedagîran di nava avêtina dirûşmeyên “Tekbîr” de qubeya mezarê di bin navê ku ew mezar a gawir û ateîstan e, rûxand.
Rûpela gund li ser navê şêniyên gundê Basûfanê rûxandina qubeya mezarê şermezar kir û bi karekî terorîstî bi nav kir û diyar kir ku mezar li quncikê dibistana navîn ji aliyê rojhilatê gund e.
Milîsên Îslamî bi kiryarên bi vî rengî hewl didin ku cihêrengiya ol û mezheban li Efrînê bi rêya xirakirina sembol, perestgehên olî yên girêdayî Elewî û Êzdiyên Kurd her wiha sepandina çanda olî ya tundraw li ser civaka Efrînî, wenda bikin.