Afrinpost-Taybet
Îro roja Yekşemê teqemeniyek li ser rêya Efrîn-Kefer Şîlê bi otomobîleke “polîsên leşkerî” de teqiya û di encamê de çekdarek hat kuştin û 5 jî bi giranî birîndar bûn.
Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku di otomobîla teqiyayî de leşkerên dagirkeriya Tirkî hebûn û hêjî ti alî ev teqîn li xwe negirtiye.
Ev bêtirî du sal in li herêma Efrînê, di nava şert û mercên nearam û tevlîhevî de, rêzeteqîn pêk tên her wiha di navbera milîsên Îslamî bi xwe de jî, li ser dizî û serweriyê şer û pevçûn derdikevin.