Afrinpost-taybet
Milîsên Ixwan Mislîmên ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, prosesên revandinê û piştre berdana bi pereyan bi hinceta garantiyê li herêma Efrînê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Polîsên Leşkerî” roja Pêncşemê bi nîvroj, 3 welatiyên Kurd li bajarê Ezazê li stasyona otomobîlên veguhastinê bin çav kirin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê welatiyên Kurd bi armanca dabînkirina parçeyên otomobîl û traktoran çûbûn Ezazê û li wir li garaja veguhastinê ya giştî hatin binçavkirin û hêjî çarnûsa wan ne diyar e.
Çavkaniyan teqez kirin ku welatî ev in; Mihemed Henan, Xelîl Hebeş û Mihemed Silêman ji şêniyên gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê ne.
Di heman çarçoveyê de milîsên “Polîsên Leşkerî ”roja Pêncşemê 5 welatiyên Kurd ji şêniyên bajarokê Badîna yê navçeya Raco piştî ku ew neçarî dayîna pereyan kirin, berdan. Milîsan pere weke “garantiyeke dararî” ji wan standin û hêjî welatiyek li ba wan girtî ye.