Afrinpost-Taybet
Çekdarên Îsalmî yên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan di destserkirina mal û milkên sivîlên Kurd de li Efrînê bi dare zorê û neçariyê berdewam in.
Têkildarî wê Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Feyleq El-Rehman” ên ji Xûtaya Şamê, di pêvajoya heyî de lîsteyan bi navên malbatên niştedagîr ên ji gundewarê Şamê koçber bûne, amade dikin da ku erdên li dorhêla gundê Qîbarê li ser wan belav bikin.
Çavkaniyan diyar kirin ku milîs dixwazin erdan bi rûpîvana 400 M2 ji bo her malbateke niştedagîr bidin û destnîşan kirin ku beşek ji erdan ên koçberên Efrînê ne û beşek jî milkên dewletê ne.