Welatiyekî Kurd li gundê Şorbe ji ber ku nehişt milîs panelên rojê ji mala wî bidizin, bi kêrê li wî xist

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî, bi serbestî û bêyî ku ti hesab ji wan werin xwestin, mal û milkên giştî û taybet ên koçberên Efrînê didizin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Mabetayê ragihand ku milîsên “Firqeya El-Hemze” 14’ê Nîsanê, hewl dan ku panelên rojê yên welatiyekî Kurd li gundê Şorbe bidizin. Welatî Zeîm Umer ji ber ku nehişt milîs panelên wî yên rojê bidizin, êrîşî wî kir û bi kêrê lê xist. Welatî ji gelek aliyan ve birîndar bû û rasterast rakirin nexweşxaneya Ş. Ferzende ya leşkerî ya li bajarê Efrînê.

Çavkaniyan teqez kirin ku milîsan çend derbe kêrê li kêlekên Umer xistin her wiha bi qundaxa tivingê li serê wî dan û destnîşan kirin ku ew rehet bû û vegeriya malê.

Milîsên Îslamî bi rêya kiryarên bi vî rengî hewl didin atmosferekê ji tirsê ji xwe re peyda bikin da ku ti kes ji sivîlên Kurd li pêşiya dizî û talaniya wan nesekinin û bi rehetî desteserkirin û binpêkirinê derheqê sivîlan de bikin.

Related posts