Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur” bi armanca fişara li ser sivîlên Kurd, koçberkirina wan û pêkanîna guhertina demografîk, tevlihevî, bêaramiyê û pevçûnan peyda dikin.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku êvara Înê, di navbera milîsên “Ehrar El-Şarqiyê” û “Ehrar El-Şam” de pevçûn bi çekan derket. Di encamê de herî kêm 4 çekdar ji her du aliyan ve hatin kuştin lê zêde niştedagîrên li herêma pevçûnê birîndar bûn.
Pevçûn li taxa Eşrefiyê li pişt kargeha “Zehe Zeytûnî” pêk hat, 2 saetan dirêj kir, piştre dagirkeriya Tirkî destwerdan kir û her du alî neçarî sekinandina şer kirin.
Li gorî nûçegihan pevçûn ji ber ku milîsên “Ehrar El-Şam” milîsên “Ehrar El-Şarqiyê” bi kuştina kurê sermilîsekî wê ku termê wî avêtibûn çema Efrînê, tawanbar kir, rûda.